Wezîrê Werzîşê yê hikumeta demkî îstîfaya xwe pêşkêş kir

Wezîrê Ciwan û Werzîşê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mihemed Samih El Hamid, ji ber sedemên tenduristiyê, îstîfaya xwe pêşkêş kir.

Wezîrê Werzîşê yê hikumeta demkî îstîfaya xwe pêşkêş kir
9 nîsan, 2026   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Ciwan û Werzîşê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mihemed Samih El Hamid, îro ji ber sedemên tenduristiyê, îstîfaya xwe ragihand.

El Hamed li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand, "Îro ez ji ber rewşa tenduristiya xwe îstîfaya xwe ji erka xwe ya Wezîrê Ciwan û Werzîşê pêşkêş dikim."

El Hamed di Wezareta Ciwan û Werzîşê de ku di Adara 2025ˊan de, piştî fexikirina Yekitiya Giştî ya Werzîşê û hikumetê nû kiribû, cih digirt.

(fr)