Artêşa Îsraîlê: Dibe ku Hizbullahê êrişên xwe berfireh bike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dibe artêşa Hizbullahê di çend saetên pêş de êrişên xwe li ser Îsraîlê berfireh bike.

Artêşa Îsraîlê: Dibe ku Hizbullahê êrişên xwe berfireh bike
9 nîsan, 2026   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

 Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de dewam dike.

Li gorî AFP'ê, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got, dibe ku Hizbullahê di çend saetên pêş de êrişên xwe li ser Îsraîlê berfireh bike.

Beriya vê daxuyaniyê, Hizbullahê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê û wargeha Misxaf Am kombûnên Îsraîlê kiriye armanc û li gelek deverên Îsraîlê sîrenan lê dan.

Kanala 13'an a Îsraîlê jî ragihand ku 5 mûşek ji Lubnanê ber bi bajarê Nehrayayê ve hatin avêtin.

Hizbullahê îdia kir ku wê bi mûşekan li wargeha Honîn a li beramberî bajarokê Merkeba yê sînorê xistiye û bi dronekî êrişî tankeke Merkava li ser rêya Tîba –Dêr Suryan a li başûrê Lubnanê kirine, her wiha 2 caran mûşek avêtine wargeha Misxaf Am.

(bb)