Xamaney: Herêm êdî ji baregehên DYA'yê re nebin mertal

Lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney îdîa kir ku bandora DYA'yê ya li herêmê nema ye û welatên Kendavê jî wê êdî ji bo parastina baregehên leşkerî yên Amerîkayê nikaribin bibin 'mertal'.

Xamaney: Herêm êdî ji baregehên DYA'yê re nebin mertal
26 gulan, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama nivîskî ya Mucteba Xamaney de ku roja Sêşemê li televîzyona dewletê hate weşandin, hate ragihandin ku hevsengiya li herêma Kendavê guheriye.

Xamaney got, "Eşkere ye ku veger jê nîne. Gel û xaka herêmê wê êdî ji bo baregehên Emerîkî nebin mertal."

Lîderê Îranê ku ji destpêka Adarê û vir ve dest bi wezîfeyê kir û derneket pêşberî raya giştî, îdîa kir ku bandora Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li herêmê kêm bûye. Xamaney di peyama xwe de got, "Washingotn her roj hîn bêhtir ji statuya xwe ya rojên berê dûr dikeve."

Daxuyanî bi wesîleya Cejna Qurbanê ya Misilmanan hate weşandin.