Çekdaran gefa desteserkirina kaneke keviran a welatiyekî Kurd xwar

Çekdaran li gundewarên Eyn Îsayê gef li welatiyekî Kurd xwarin ku dê dest deynin ser kana wî ya keviran.

Çekdaran gefa desteserkirina kaneke keviran a welatiyekî Kurd xwar
26 gulan, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dane, çekdaran li gundewarên rojavayê Eyn Îsayê êrişî kaneke keviran a welatiyekî Kurd kirin û gefa desteserkirina kanê xwarin.

Hate diyarkirin ku çekdaran du vebijêrk dane  xwediyê kanî, an kanê were desteserkirin an jî  dê pereyan bide.

Li gel welatiyê Kurd belge hene ku ev kan ji 30 salî ve ya wî ye. Hate gotin endamên Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî li cihê bûyerê amade ne lê destwerdanê nakin.

Li herêmê alozî dewam dike.

(bb)