Li Derayê kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn

Li gundewarên Derayê di êrişên komên çekdar de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Derayê kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn
14 nîsan, 2025   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Derayê di êrişên çend saetên dawîn de ku ji aliyê komên nenas ve hatine kirin, kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê êrişan de agahî parve kirin. SOHR’ê diyar kir ku li bajarê Senemên ê li bakurê Derayê de di encama gulebaranekê de şêniyek ji lingê xwe birîndar bû.

Li gorî SOHR’ê, komeke çekdaran li bajarokê Şêx Seed ê rojavayê Derayê êrişî berberxaneyekê kir û 2 kes birîndar kirin.

8’ê Nîsanê jî li bajarokê Yadûde yê li rojavayê Derayê 2 çekdaran belavkarekî nan gulebaran kir û ew qetil kiribû.

Hate ragihandin ku li bajarê Şêx Miskîn ê Derayê jî komeke çekdar bombeyeke destan avêt mala parêzerekî. Di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

(bb)