Balafireke F-16 a Tirkiyeyê ket xwarê

Li gorî rayedarên Tirkiyeyê, balafireke şer a F-16 a Tirkiyeyê di dema firîna perwerdeyê de li parêzgeha Yalovayê ya li bakurê rojavayê Tirkiyeyê ket xwarê.

Balafireke F-16 a Tirkiyeyê ket xwarê
12 tebax, 2026   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Tirkiyeyê, îro balafireke şer a F-16 a Tirkiyeyê di dema firîna perwerdeyê de li parêzgeha Yalovayê ya li bakurê rojavayê Tirkiyeyê ket xwarê.

Rayedaran da zanîn ku pîlot ji balafirê sax filitî. Vîdyoyên ku li ser înternetê belav bûne nîşan didin ku dûmana reş ji zeviyekê radibe.

Rayedarên Tirkiyeyê hîn hûrgiliyên din der barê sedema qezayê yan jî asta zirarê de aşkera nekirine.

(f)