Xelkê kantona Firatê li dijî êrişan daket qadan

Bi hezaran şêniyên Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmê Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

28 sibat, 2024   15:36
KOBANÊ

Komîteya Ciwanan a PKK’ê têkildarî şehadeta endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha aşkera kiribû.

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê meşeke girseyî li hember êrişan li dar xist.

Meşê ji Qada jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir ku konê sersaxiya her du şehîdan lê danîne.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed di çalakiyê de got çi dibe bila bibe ew ê xwedî li şehîdên xwe derkevin û got: “Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemû çekên xwe yên giran êriş dikin lê li hemberî berxwedana gerîla bi bin dikevin, em soz didin gelê xwe û hevalên xwe ku em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Ferhan Hec Îsa jî got: “Êrişên li ser saziyên me, ew ê bi berxwedana gelê me têk herin. Dewleta Tirk kesên ku ji bo mirovahiyê tê dikoşin, dike hedefa xwe.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a katona Firatê Adil Hecî jî wiha axivî: “Em bi rihê ciwantiyê û berxwedana gerîla bi ser ketin, em wek gel em ê heta dawiyê li pişt gerîlayên xwe bin.”

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da konê sersaxiya her du şehîdan.

(sş)

ANHA