Wezîrekî îsralî: Bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyeyê hene

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê got “bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyeyê ne û dixwazin eniyeke nû li dijî Îsraîlê vekin.

Wezîrekî îsralî: Bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî li Sûriyeyê hene
10 adar, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro bi hempîşeyê xwe yê Luksemburgê Xavier Bettel re hevdîtin kir.

Gideon Saar di hevdîtinê de got, bi hezaran endamên Hemas û Cîhada Îslamî yên filistînî li Sûriyeyê hene û hewl didin eniyeke nû li dijî welatê wî gur bikin.

Gideon Saar anî ziman ku Îsraîl dê rê nede ku bûyerek li ser sînorê wê yê bi Sûriyeyê re çêbe.

(bb)