Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: Ji bilî bersivdayînê tu vabijarkên din tune ne

Gallant bi telefonê bi Austin re axivî û got: "Îsraîl êrişa bi moşekên palîstî dê bê bersiv nehêle."

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: Ji bilî bersivdayînê tu vabijarkên din tune ne
15 nîsan, 2024   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Amerîkayê û çavkaniyeke têkildar dan zanîn ku wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Lloyd Austin re axivî û jê re destnîşan kiriye ku ji bilî bersivdayînê tu bijardeyên din li pêşiya Îsraîlê tune ne.

Li gorî çavkaniyan Gallant ji Austin re gotiye: "Îsraîl nahêle moşekên palîstî yên ku li dijî xaka wê tên avêtin, bê bersiv bimînin. Îsraîl vê yekê qebûl nake ku her carê ew armancan li Sûriyeyê hedef bigire, Îran êrişî wê bike."

Çavkaniyan diyar kir ku Austin heman peyama Biden roja şemiyê gihand Netanyahu û teqezî bi girîngiya aramkirina rewşê da.

Girêdayî wê, Îsraîlê bi daxuyaniyekê spasiya hevkariya artêşa Amerîkayê bi Îsraîlê re kir.

Parlamentoya Amerîkayê jî destnîşan kir ku Amerîka naxwaze rewş aloztir bibe û ew ê ji bo parastina Îsraîl û amerîkiyan tedbîrên parastinê bigirin.

(mh)