Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Serdana Tehranê dike

Medyaya Îranî roja Şemiyê ragihand ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mohsin Neqvi dê serdana paytexta Îranê, Tehranê bike.

Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Serdana Tehranê dike
16 gulan, 2026   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranî IRNA li ser zimanê çavkaniyek dîplomatîk li Îslamabadê diyar ku Neqvi dê serdana Tehranê bike û dê bi çend berpirsên payebilind ên Îranî, di nav de Wezîrê Karên Hundir ê Îranê jî, re bicive.

Berê, The New York Times, li ser zimanê hin berpirsên Rojhilata Navîn, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û Îsraîl amadekariyên tund ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dikin.

(k)