Wezîrê karên derve yê Îranê gef li Til Evîvê xwarin

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê gef li Til Evîvê xwarine ku dive “li benda bersiveke dijwar be”.

Wezîrê karên derve yê Îranê gef li Til Evîvê xwarin
26 kanûn, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendekî payebilind ê Pasdarên Îranê duh di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de li Şamê hatibû kuştin. 

Li gorî Reutersê şêwirmendê bi navê Riza Mûsewî berpirsê koordînekirina hevalbendiya leşkerî ya di navbera hikumeta Şamê û Îranê de ye. Televîzyona fermî ya Îranê Mûsewî yek ji şêwirmendên herî kevn ê Pasdarên Îranê li Sûriyeyê wesifand û got ji hevalên Qasim Suleymanî ye ku di sala 2020’î de di êrişeke hewayî ya DYA’yê de hatibû kuştin.

Balyozê Îranê yê li Şamê Hisên Ekberî ji televîzyona fermî ya Îranê re got Mûsewî di balyozxaneyê de dîplomat bû, dema ji kar vedigeriya male, bi moşekên Îsraîlê hate kuştin.

Têkilarî êrişê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî ji dezgehên çapemeniyê re wiha axivî: "Mafê Îranê ye ku ji bo bersivandina vê kiryarê di cih û dema pêwîst de tevahî tedbîrên bigire."

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan jî piştî kuştina Mûsewî got divê Til Evîv “li benda bersiva dijwar bimîne”.

(şx)