Greva girtiyên siyasî 30 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” daye destpêkirin, 30 roj e didome.

Greva girtiyên siyasî 30 roj li pey xwe hiştin
26 kanûn, 2023   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribû.

Çalakî, di roja 30’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” de dest pê kir û dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.