Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin

ji bo merasîm û bîranîna 8 kesên di êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Qamişlo de şehîd bûn, tevahiya dikanên li sûka bajar hatin girtin.

Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
Sûka Qamişlo ji bo şehîdan hat girtin
26 kanûn, 2023   10:50
QAMIŞLO

Di êrîşên ku duh (25 Kanûn 2023) ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li ser bajarê Qamişlo pêk hatin de 8 kes şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan wê îro bi merasîmek girseyî bên oxirkirin. 

Bi minasebeta merasîmê û bîranîna şehîdan, her wiha bi armanca şermezarkirina êrîşên hovane, hema bêje tevahiya sûka bajarê Qamişlo hat girtin. Dikandaran dikanên xwe venekirin. Gel jî berê xwe dide Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan ku dê merasîm bê lidarxistin.

(a)