Wezîrê îsraîlî rexne li Erdogan kir: Dibe rejîma wî hilweşe

Wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen rexne li serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got dibe ku rejîma Erdogan ji ber polîtîkayên xwe yên li dijî gel hilweşe.

Wezîrê îsraîlî rexne li Erdogan kir: Dibe rejîma wî hilweşe
31 adar, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen li ser hesabê xwe yê X’ê got Erdogan antîsemîtîk û kevneperest e. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku gel ji zilma wî bêzar bûye, lewre dibe rejîma wî hilweşe.

Beriya vê daxuyaniyê jî Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê ragihandibû ku dê di demeke nêzîk de bi beşdariya serokên dezgehên parastinê yên Îsraîlê gotûbêjên ewlehiyê der barê hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê de bikin.

Çend meh e têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê aloz bûne. Li gorî hin analîzan, dibe li Sûriyeyê di navbera Enqere û Til Evîvê de rûbirûbûn çêbe.

(bb)