Netanyahu serokê nû yê Shin Betê tayîn kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serokê nû yê dezgeha ewlekariya navxweyî Shin Betê tayîn kir.

Netanyahu serokê nû yê Shin Betê tayîn kir
31 adar, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriyê ya Îsraîlê “Serokwezîr Benjamin Netanyahu fermandarê berê yê Hêzên Deryayî general Eli Sharvit wek serokê nû yê dezgeha ewlekariya navxweyî Shin Betê tayîn kir."

Di destpêka vê mehê de, Dadgeha Bilind a Îsraîlê biryara hikumetê ya dûrxistina serokê Shin Betê Ronen Bar rawestandibû, heta ku ew îtîrazên li dijî biryarê di 8’ê Nîsanê de binirxîne.

(bb)