Wezîrê Fransayê bi şandeya Rojava re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Fransayê bi şandeya Rojava re civiya
6 sibat, 2026   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot hevdîtinên xwe yên li Suriye û Iraqê  didomîne. Barrot piştî hevdîtinên li Şam û Bexdayê derbasî  bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bû û bi Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Jean Noel Barrot pişt re jî bi şandeya Rojavayê Kurdistanê ku ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn pêk tê re hevdîtin pêk anî.

Mazlûm Ebdî derbarê hevdîtinê de li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtal ev agahî parve kirin:

“Di hevdîtinê  de hûrgiliyên bicihanîna peymana 29’ê Çileyê, berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rêyên parastina girtîgehên malbat û endamên girtî yên DAIŞ’ê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha parastina taybetmendiya herêmên Kurdî û mafên Kurdan ên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Li ser tevlîkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî  di nav de ye, bi hemû hûrgiliyan dan û standin hatin kirin.

Wezîrê Fransî jî li ser girîngiya bicihanîna tam a peymanê kir û piştgiriya welatê xwe ya ji bo vê qonaxê nîşan da.”

Hat diyarkirin ku  dê wezîrê Fransî îro jî bi Serokê  PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.

(a)

ANHA