Wezîrê dewleta Tirk dîsa gef li YNK’ê xwar

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan careke din gef li YNK’ê xwar.

Wezîrê dewleta Tirk dîsa gef li YNK’ê xwar
19 adar, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan duh bi şev di bernameyeke televîzyonekê de careke din gef li Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwar.

Wezîrê dewleta Tirk got: “Tirkiye bi biryar e ku hemû amûrên polîtîkaya derve yên di destê xwe de bi awayekî koordînekirî bi kar bîne.”

Di 16’ê Çileya 2024’an de jî Fîdan gef li YNK’ê xwaribû û gotibû: “Tevî dorpêçên me yên li dijî Silêmaniyê, eger YNK helwesta xwe ya der barê PKK’ê de neguhere, em di girtina tedbîrên zêdetir de dudil nabin.”

Piştî gefên Fîdan êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî şoreşger û welatparêzên Kurd zêdetir bûbûn.