Li herêmên desthilata Şamê sûc didomin

Li parêzgeha Himsê ji ber têkçûna ewlehiyê binpêkirin û sûcên kuştinê didomin. Di rojên 24 û 25'ê vê mehê de binpêkirin li dijî gelek welatiyan hatin kirin û di zîndanên desthilata Şamê de jî gelek welatî hatin kuştin û êşkencekirin.

Li herêmên desthilata Şamê sûc didomin
25 nîsan, 2025   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sûcên kuştinê li parêzgeha Himsê ya di bin kontrola desthilata Şamê de, zêde bûne. SOHR'ê diyar kir ku di nîvşeva roja pêncşemê de çekdarên nenas bi ser malekê li taxa Kerim El Zeytûn de girt û di malê de welatiyek û birayê wî kuştin kirin.

Li bajarokê Keferaya yê başûrê Himsê di 25'ê Nîsanê de cenazeyê endezyarekî ji gundê Şeîrat hat dîtin. Li gorî çavkaniyên SOHR'ê ew endezyar berî bi rojekê agahî jê qut bibûn û ew hat tasfiyekirin.

Di 24'ê Nîsanê de, cenazeyê welatiyekî ji gundê Hebran ê parêzgeha Siwêdayê di maleke vala de li nêzî balafirxaneya leşkerî ya Debaa ya gundewarê Himsê hat dîtin, li kêleka wî jî cenazyekî nenas hebû. Hat diyarkirin ku wî welatiyî hewl dabû derbasî Lubnanê bibe, lê gule li wî hatine barandin.

SOHR'ê diyar kir ku dewriyeyeke "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê bi ser mala xwendekarekî zanîngehê li taxa Kerim El Loz de girt. Xwendekar hat girtin û piştî bi çend saetan cenazeyê wî li nexweşxaneya Nehda ya bajêr hat dîtin.

SOHR'ê got ku di 24'ê Nîsanê de 3 ciwanên ji rojavayê Himsê ku di destpêka mehê de hatibûn girtin, di zîndanên desthilata Şamê de di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

(mh)

 ش