Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 27 hezar û 365 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezayê ve 27 hezar û 365 Filistînî hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 27 hezar û 365 kes hatin kuştin
4 sibat, 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka şer Îsraîl û Hemasê (7’ê Çileya 2023’yan) ve 27 hezar û 365 kes hatin kuştin û 66 hezar û 360 kes jî birîndar bûne. Wezaretê da zanîn ku piraniya kuştiyan jin û zarok in.

Li gorî wezaretê di 24 saetên dawîn de 127 kes hatin kuştin.

(bb)