Di Çileyê de 4 kes hatin qetilkirin 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de 4 kes qetil kirin û zêdekirî 50 kesî revandin.

Di Çileyê de 4 kes hatin qetilkirin 
4 sibat, 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên meha Çileyê  parve kir.

Li gorî rêxistinê dewleta Tirk û çeteyên wê 2 jin di nav de bi giştî 4 kes qetil kirin û 15 jê jin û 2 zarok 53 kes jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser guhertina demgorafî jî û da zanîn ku dagirkeran bi desteka rêxistina bi navê Orang avahiyeke mêtîngeriyê li gundê Qetmê yê navçeya Şerayê ava kir û li goristana Şehîdan a li gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê jî avahiyeke din a mêtîngeriyê ava kir.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê goristana Şehîdan wêran kiribû.

(bb)

ANHA