Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Di êrişan de 14 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di encama êrişên dawîn ên DYA’yê de, 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Di êrişan de 14 kes hatin kuştin
9 tîrmeh, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di encamê êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne. 

Serokê Navenda Têkiliyên Giştî ya wezaretê Hisên Kirmanpur li ser X’ê got: “Di dema agirbestê de Amerîkayê roja çarşem û pêncşemê, êrişî 5 parêzgehên Îranê kir. Di encama êrişan de heta niha 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne, ji wan 47 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.”

(sb)

ANHA