Sûriye li ser rêya derketina ji “lîsteya terorê" ya DYA‘yê ye

DYA‘yê navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê dide terorê radike. Gelo ev dê çawa pêk were û ev yek ji bo Sûriyeyê tê çi wateyê?

Sûriye li ser rêya derketina ji “lîsteya terorê" ya DYA‘yê ye
9 tîrmeh, 2026   12:21
NAVEDNA NÛÇEYAN

Di navbera Lûtkeya NATO‘yê de ku duh li Enqereyê pêk hatibû, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê civiyan. Trump li ser pirsa rojnamevanekî ya “gelo dê Sûriye ji lîsteya terorê derxe?”, ev bersiv da; “Texmîn dikim ez wisa bikim.”

Piştî çend saetan ji hevdîtinê, Trump kongre agahdar kir ku dixwaze navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê dide terorê rake. Bi vê yekê dema yasayî ya 45 rojan dest pê dike. Heke kongre li dijî vê biryarê dernekeve, piştî 45 rojan ev biryar dê bikeve meriyetê.

Her wiha serokê DYA’yê nameyek fermî ya bi dîroka 8‘ê Tîrmeha 2026‘an da Ehmed El Şera. Di nameyê de diyar kir ku wî Kongreyê ji biryara xwe agahdar kiriye û got "ev gav dê rê li ber avakirina nû ya Sûriyeyê veke û hin şîrketên amerîkayî amade ne li Sûriyeyê veberhênan bikin û beşdarî avakirina nû bibin."

ŞAM: GAVEKE DÎROKÎ BER BI QONAXEKE NÛ VE

Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşwaziya biryarê kir û wek "gava pêşîn a çareserkirina yek ji girîngtirîn pirsgirêkên li pêşiya têkiliyên aborî û siyasî yên Sûriyeyê bi cîhana navneteweyî re" bi nav kir.

LÎSTEYA DEWLETÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN TERORÊ

Lîsteya "dewletên ku piştgiriyê didin terorê" yek ji amûrên herî girîng e ku Wezareta Karên Derve ya DYA‘yê di siyaseta xwe ya derve de bi kar tîne û van cezayan li ser wan disepîne:

Piraniya alîkariyên DYA’yê li ser wan tên qedexekirin.

Firotina çek û alavên leşkerî qedexe ne.

Li ser hin tiştên ku hem ji bo sivîl û hem jî ji bo leşkerî tên bikaranîn qedexe tên ferzkirin.

Li ser pere, bank û karûbarên aborî qedexe û sînorkirin tên danîn.

Kirîn, firotin û veberhênanên aborî li ser wan têne dijwartirkirin.

ÇIMA SÛRIYE KET LÎSTEYÊ?

DYA’yê di sala 1979‘an de anku di serdema Hafiz Esed de Sûriye xist nav lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê. Washingtonê îdia dikir ku Şamê piştgirî daye hin rêxistinên Filistîn û Lubnanê ku wê demê DYA’yê ew wek rêxistinên terorîst didîtin. Her wiha Sûriye bi piştgirîkirina komên çekdar li herêmê hat tawanbarkirin.

Vê pênaseyê bi deh salan dewam kir. Piştî aloziya Sûriyeyê ku sala 2011‘an de dest pê kir, cezayên DYA’yê bi awayekî mezin zêde bûn. Gelek paketên ceza yên aborî hatin sepandin û herî girîng ji wan "Qanûna Qeyser" bû. Her wiha hin berpirsiyar û saziyên girêdayî bi rejîma Baasê jî hatin cezakirin.

ÇAWA DEWLETEK JI LÎSTEYA WELATÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN TERORÊ TÊ DERXISTIN?

Li gorî qanûnên DYA‘yê, derxistina dewletekê ji lîsteya dewletên ku piştgiriya terorê dikin, rasterast bi biryara serok nayê pêkanîn, lê di çend qonaxan re derbas dibe. Pêvajo dest pê dike dema ku serok biryarê dide ku şertên bûne sedema xistina welat di lîsteyê de êdî guherîne yan jî hikumeta wî welatî êdî piştgirî nade terora navneteweyî û grantiyan dide ku di siberojê de destekê nede terorê.

Piştî vê yekê, serokê DYA’yê bi awayekî fermî Kongreyê agahdar dike ku dixwaze navê welat ji lîsteyê rake. Paşê demeke lêkolînê ya 45 rojan dest pê dike. Eger Kongre di dema diyarkirî de nikaribe biryarê rawestîne, rakirina navê welat ji lîsteyê piştî bidawîbûna dema lêkolînê bi awayekî jixweber dikeve meriyetê.

RAKIRINA NAVÊ SÛRIYEYÊ JI LÎSTEYÊ TÊ ÇI WATEYÊ?

Her çend rakirina navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê nayê wateya ku hemû cezayên DYA’yê bi dawî dibin, lê belê ew yek ji astengiyên herî girîng ên qanûnî û siyasî ji ber vegera têkiliyên aborî û darayî bi DYA’yê re radike.

(bb)