Wezareta Tenduristiyê biryara entegrekirina karmendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryar da ku karmendên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav gerînendetiyên tenduristiyê yên Dêrazorê, Reqa û Hesekê de entegre bibin.

Wezareta Tenduristiyê biryara entegrekirina karmendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
24 sibat, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî biryar da ku karmendên tenduristiyê û bijîşkî yên ku berê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitîn, li gorî peymana ku di 30'ê Çileya 2026'an de bi QSD'ê re hatiye îmzekirin etegreyî gerînendetiyên tenduristiyê yên Dêrazor, Reqa û Hesekê bibin.

Li gorî biryara bi hejmara (858), gerînendeyên tenduristiyê yên her 3 herêman hatin erkdarkirin ku peymanên pêwîst bi kesên ku di entegrekirinê de cih digirin çêkin, cihên xebata wan li gorî pêwîstiyê diyar bikin, bi şertê ku peyman ji roja derxistina biryarên bicîhanîna wan ve bikevin meriyetê.

Wezaretê destnîşan kir ku nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji hêla îdarî ve bi Wezareta Tenduristiyê ve girêdayî bin, di heman demê de gerînendetiyên tenduristiyê yên li wan her 3 herêman wê van saziyan bi rê ve bibin û kar li gorî rêziknameyên têkildar û di bin çavdêriya rasterast a wezaretê de birêxistin bikin.

Ev biryar wekî berdewama tedbîrên berê hat dayîn, ji ber beriya niha Parêzgarê Hesekê Endezyar Nûredîn Ehmed di 16'ê Sibatê de biryarek dabû ku komîteyek bijîşkî ji 3 bijîşkan, bi serokatiya Rêveberê Tenduristiyê yê Hesekê, Dr. Xalid El Xalid û bi endamtiya Dr. Memo Xelîl Mihemed û Dr. Meryem Ebdulrehîm Ehmed, ji bo pêkanîna tedbîrên entegrekirina sektora tenduristiyê li Hesekê di nav avahiya Wezareta Tenduristiyê de li gorî qanûn û rêziknameyên têkildar, were erkdarkirin.

Di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de ku di navbera QSD'ê û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin, ev biryar hat dayîn.

(ac/fr)

ANHA