Li Brezîlyayê 14 kes ji ber lehiyê mirin

Li başûrê rojhilatê Brezîlyayê 14 kesan ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest da.

Li Brezîlyayê 14 kes ji ber lehiyê mirin
24 sibat, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şaredariya bajarê Juiz de Fora ya eyaleta Minas Gerais a başûrê rojhilatê Brezîlyayê, bi kêmanî 14 kesan ji ber lehî û hezaza axê jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarên herêmî rewşa awarte ragihand û da zanîn ku di navbera 22 û 24'ê Sibatê de rêjeya baranê gihaşt 584 mîlîmetreyan.

Piranî li herêma başûrê rojhilat, bi kêmanî 20 hezaz ji ber lehiyê çêbûne. Di encamê de şênî ji malên wan hatin derxistin û ekîbên agirkujiya leşkerî yên li eyaletê operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê pêk bînin.

Li tevahiya bajar perwerde hat sekinandin.

Hate zanîn ku li eyalata Sao Paulo ji Kanûna borî ve 19 kes ji ber bûyerên hewayî mirine.

(bb)