Wezareta Perwerdeyê ya Şamê navên dibistanan diguhere

Rewşenbîr û wêjevan ji biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Şamê aciz bû ku navê dibistana Seedallah Wenûs guhert û kir “Sefîre Miheniye”. Hevjîna nivîskarê şanoyê yê sûriyeyî Seedallah Wenûs, Fayize Şawîş guhertina navê dibistanê bi “gaveke xemgîn” wesifand û destnîşan kir ku nivîskar Wenûs sembolekî nîştimanî û rewşenbîrekî serbixwe bû, li şûna rakirina nav, ew layîqî xelatkirinê ye.

Wezareta Perwerdeyê ya Şamê navên dibistanan diguhere
28 tebax, 2025   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerdeyê ya Şamê daxwaznameya Gerînendetiya Perwerdeyê ya Şamê ya ku bi hiceta sembolên rejîma Baasê ji holê rake, navên bidehan dibistanên paytexê, biguhere, erê kir. Li hember vê biryarê rewşenbîr û nivîskar bi hêrs bûn nemaze ku yek ji wan dibistanên dê were guhertin, navê nivîskarê sûriyeyî Seedallah Wenûs heye. Rewşenbîran, ev gav bi hedefgirtina sembolên çandî û nîştimanî yên ku têkiliya wan bi rejîma El Esed re nîn in, bi nav kir. 

Nivîskar û hevjîna Seedallah Wenûs Fayize Şawîş got ew ji vê biryarê xemgîn e û destnîşan kir ku hevjîna wê sembolekî nîştimanî bû û li dijî zordestiyê û dîktetoriyê tê koşiya. Li şûna navê wê ji ser dibistanê bibin divê bê xelatkirin. Fayize, biryar rexne kir ku navên girêdayî rejîma berê bi kesayetên wêjeyî yên têkoşer, da ber hev.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Seedallah Wenûs di nîvê duyemîn ê serdema 20`an de, nivîskarê şanoyê yê herî navdar bû. Bi rêya gelek berhemên dewlemend mîna “Kiral kiral e” û gelek berhemên din mohra xwe hişt. Berhemên wî dengê azad bû. Sala 1997`an piştî nexweşiyê, koça dawî kir.

Ev gava wezaretê, ne wekî guhertineke îdarî di dibistanan de tê nirxandin, lê nameyekê rave dike ku bîra çandî ya Sûriyeyê ya xwedî dîrokeke nîştimanî ya serbixwe û dûrî rejîmê, ji holê radike.

(şx)