183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Reqayê 183 şehîd bi bîr anîn û gotin: “Em van şehîdan ji bîr nakin ku bi saya wan niha em di nava ewlehiyê de ne.”

183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
183 şehîd li Reqayê hatin bibîranîn
28 tebax, 2025   20:51
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê ji bo bîranîna 183 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumiye û Kerama yê Reqayê merasîmek li dar xist.

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, partî, meclis û komîn hazir bûn.

Di merasîmê de dayîka şehîd Sultan Ebû El Wefa Sîham El Elî ku endama Meclisa Malbatên Şehîdan e axivî û got: “Di vê roja bêhempa de, ji vî cîhê pîroz, em şehîdên xwe yên leheng ên ku canê xwe di oxira vê axê de feda kirin bibîr tînin.”

Sîham wiha domand: “Fedakariya şehîdan, ji bo parastina axê û gel bû. Em wan ji bîr nakin ku bi saya wan em di nava ewlehiyê de ne. Şehîd, ezîz mir, azad jiya û ji bo bi serxistina gotina heqiyê şehîd bû.”

Sîham şehîd bi “leşkerên wefadar” ên welêt bi nav kir.

Piştre bavê şehîd Xelef El Boş Salih El Boş, li ser fedakariyên şehîdan helbestek got. Di dawiya merasîmê de mûm li ber wêneyên şehîdan û gorên wan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA