Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Me 101 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastinê yên hewayî duh 101 dronên Ukraynayê xistine ku hewl dida gelek deverên Rûsyayê bombebaran bikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Me 101 dronên Ukraynayê xistin
21 îlon, 2024   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergalên parastinê yên hewayî 53 dron li ser herêma Bryansk, 18 dron li Krasnodar, 5 dron li Kaluga û 3 dron li Tver û Belgorodê xistine xwarê.

Wezaretê da zanîn ku li Smolensk û Kursk û Komara Qirimê dronek û li ser Deryaya Azovê 16 hatine xistin.

Qeymeqamê Krasnodarê Veniamin Kondratyev ragihand ku bermahiya droneke Ukraynayê li herêma Tikhoretsk ketiye û di encamê de agir çêbûye û şewat gihaştiye madeyên teqemeniyê. Bi teqînê re, desthilatê şêniyên gundê nêzî cihê bûyerê ji gund derxistine.

(şx)