Dagirkeran 4 kes revandin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 4 şênî revandin.

Dagirkeran 4 kes revandin
21 îlon, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYA N

Çavkaniyên xwecih ên li Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker çarşemê şêniyê bi navê Mihemed Fadil Hisên (46) ê ji pêkhateya Ereb li taxa Eşrefiye revandiye û heta niha sedema revandinê ne diyar e.

Cendirmeyên Tirk jî şêniyên bi navên Mueyed El Elî û Mihemed El Elî yên ji bajarokê Neway ê Derayê û Hesen El Hayik ê ji bajarê Helebê dema hewl didan sînor derbas bikin û bikevin Tirkiyeyê revandine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên revandin, kuştin, talankirin, birîna daran û bazarên li ser mal û milkên şêniyan didomînin.

(şx)