Bîlançoya êrişa Îsraîlê girantir dibe: 20 kes jiyana xwe ji dest dan jê 5 rojnamevan in

Artêşa Îsraîlê êriş Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yunusê ya başûrê Xezeyê, kir. Li gorî agahiyan di êrişê de 5 jê rojnamevan herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Bîlançoya êrişa Îsraîlê girantir dibe: 20 kes jiyana xwe ji dest dan jê 5 rojnamevan in
25 tebax, 2025   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN  

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrişa li ser nexweşxaneyê de 5 jê rojnamevan herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne. Li gorî wezaretê, pêşî bi “droneke xwekuj” qatên jor ên nexweşxaneyê hatiye armanckirin. Piştre, rojnamevan û xebatkarên tenduristiyê yên ku ji bo alîkariya birîndaran û şopandina êrişê çûbûn cihê bûyerê, di bombardûmana duyemîn de hatin armanckirin. Wezaretê êrişa li ser “yekane nexweşxaneya giştî” ya li başûrê Xezeyê şermezar kir.

Kanala televîzyonê ya El Cezîreyê ragihand ku di êrişê de nûçegihanê wan Ehmed Ebû Azîz jî jiyana xwe ji dest daye. Kanalê piştî mirina wênegirê wan Mihemed Selame anîbû ziman ku “di nav 23 mehan de li Xezeyê qirkirineke bênavber tê kirin” û ragihand ku tevî astengkirina ketina saziyên medyayê jî ew ê weşana zindî berdewam bike.

Di êrişeke din a 10’ê Tebaxê de rojnamevanê El Cezîreyê Enes El Şerîf jî di nava 6 rojnamevanên din jiyana xwe ji dest dabûn.