Wezareta Karên Hundir der barê teqîna li Şamê de daxuyanî da

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî teqîna duh li Şamê ya li hundirê qehwexaneyekê daxuyaniyek da û diyar kir ku lêkolîn dewam dike.

Wezareta Karên Hundir der barê teqîna li Şamê de daxuyanî da
3 tîrmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî teqîna duh a li Şamê ya di hundirê qehwexaneyekê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Teqîna terorî duh nîvro saet di 15.00‘an de di qehwexaneyekê de li kolana Nesir, nêzî avahiya dadê ya Şamê pêk hat. Di encamê de 9 welatî şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn, her wiha zirarên madî li cihê bûyerê çêbûn."

Li gorî daxuyaniyê, lêkolînên destpêkê nîşan da ku teqîn ji ber teqemeniyeke destçêkirî ya bi giraniya nêzîkî kîloyekê pêk hat.

Wezaretê destnîşan kir ku lêkolîn dewam dike û encamên wê dê bi rêya kanalên fermî yên wezaretê werin ragihandin.

(bb)