Têkiliyên Sûriye-Lubnanê û tevgerên Îranê di rojeva rojnameyan de

Li gorî çavdêr dibêjin herêm ji aliyê siyasî û dîplomasî ve di guhertinan re derbas dibe. Ev guhertin di tevgera Sûriyeyê ya li aliyê Lubnanê de diyar dibe û hewl didin di çarçoveyê saziyên nû de têkiliyên xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Îran jî di aliyê dîplomasî de hevsengiyên xwe diparêze û dixwaze li herêmê bandora xwe biparêze.

Têkiliyên Sûriye-Lubnanê û tevgerên Îranê di rojeva rojnameyan de
3 tîrmeh, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî bal kişand ser têkiliyên Sûriye û Lubnanê, bi taybetî pişî serdana  wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Esed El Şeybanî ya li Beyrûtê, geşedanên siyasî yên li Îranê û bandorên wan ên li ser hewldanên aramkirinê.

‘SÛRIYE Û LUBNANÊN NÛ’

Rojnameya `Nîdai El Weten` a Lubnanê diyar kir ku ku serdana El Şeybanî ji Lubnanê re pêvajoya siyasî ya nû ye. Hate gotin, Sûriye dixwaze ji pêvajoyên berê cudatir têkiliyê bi Lubnanê re çêke, Şam jî dixwaze bi rêya saziyên dewleta Lubnanê hevkariyê xurt bike û Sûriye li şûna rêbazên berê diyalogê esas digire.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku di biryar dan ku Komîteya Bilind a Lubnan û Sûriyeyê ya hevbeş ava bikin, El Şeybanî serdana Lubnanê kir. Ev diyar dike ku dixwazin her du welat hevkar bixebitin û rêz didin serweriya Lubnanê.

Rojnameyê bal kişand ser biryara avakirina komîteya bilind a hevbeş a Lubnan-Sûriyeyê jî û wiha nivîsand: “Serdan ku hemwextî pejirandina peymana avakirina Komîteya Bilind a Hevpar a Lubnan–Sûriyeyê  pêk hat, nîşan dide ku armancek ji bo danîna çarçoveyeke saziyî ya nû heye ku hevkariyê di navbera herdu welatan de bi rêxistin bike. Ev çarçove li ser bingeha rêzgirtina serweriya her du welatan û hemahengiya fermî di dosyeyên hevpar de ava dibe."

Hate gotin ku El Şeybanî di hevdîtinên ligel rayedarên siyasî, olî û leşkerî de peyam da ku Şam ji têkiliyên bi hemû pêkhateyên Lubnanê re vekirî ye û di rewşa guhertinên li herêmê çêdibin de destekê dide aramiya dewleta Lubnanê û saziyên wê.

‘EL ŞEYBANÎ LI LUBNANÊ: TÊKILÎ DI ÇARÇOVEYA SAZIYAN DE YE’

Têkildarî heman mijarê malpera Esas Medya jî diyar kir ku El Şeybanî di hevdîtinên li gel berpirs û kesayetên siyasî û olî yên Lubnanê de peyam da ku Şam ji têkiliya bi hemû pêkhateyên Lubnanê re vekirî ye. Her wiha diyar kir ku têkiliya di navbera her du welatan de dê bi rêya saziyên fermî be û Sûriye bi leşkerî derbasî Lubnanê nabe.

Malperê destnîşan kir ku avakirina Komîteya Bilind a Lubnan û Sûriyeyê nîşan dide ku dê têkiliya her du welatan li ser bingeha çarçoveyeke sazûmanî ya nû be. Her du welat dê ji bo sînor, ewlehî û aboriyê bi hev re bibin alîkar û rêz bidin serweriya hev.

‘3 STRATEJIYÊN ÎRANÊ’

Ji bo Îranê jî rojnameya El Xelîc bal kişand ser stratejiyên Îranê yên li hember zextên navneteweyî. Hate gotin stratejiya Îranê dan û standin, sebra stratejîk û parastina bandora xwe ya li herêmê ye. Îran dixwaze sîstema xwe ya siyasî biparêze û li gorî guhertinên li herêmê û yên navneteweyî nêz bibe.

Rojnameyê da zanîn ku Îran dê dan û standinên xwe yên dîplomatîk bidomîne û naxwaze dîsa bikeve şer. Her wiha di wextekî de ku rageşî di navbera wan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê didome, ew hewl dide rewşa xwe ya li herêmê biparêze.

(np)