Wezareta Karên Derve ya Îranê: Têkiliya bi DYA’yê re di krîzê de ye

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku têkiliya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re di qonaxeke krîzê de ye û diyar kir ku pêkanîna wê ya berdewam bi pabendbûna Washingtonê ya bi sozên xwe ve girêdayî ye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê: Têkiliya bi DYA’yê re di krîzê de ye
13 tîrmeh, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro diyar kir ku têkiliya bi DYA`yê re di qonaxeke krîzê de ye û da zanîn ku ger Washington sozên xwe binpê bike dê Tehran pêkanîna sozên xwe rawestîne. 

Berdevkê wezaretê Îsmaîl Beqayî got Îran "qet nebûye aliyê yekem ku sozên xwe binpê kirine" û siyaseta wê li ser bingeha prensîba "soz beramberî sozê" ye û dema aliyên din sozên xwe pêk bînin, ew jî dê pêk bîne.

Beqayî got “têkçûna berdewam a DYA`ê ya di pêkanîna sozên xwe de” dê Îranê neçar bike ku dev ji pêkanîna sozên xwe berde, her wha destnîşan kir ku têkiliya di navbera her du aliyan de niha di qonaxeke krîzê de ye.

Der barê Tengava Hurmuzê de jî Beqayî diyar kir ku welatê wî bi Omanê re dixebite da ku mekanîzmayeke hevbeş li ser vê mijarê peyda bikin, her wiha got zexta DYA`yê li ser Omanê pêşveçûna van hewldanan asteng dike.

(k)