Li Derayê çekdaran êrişî dewriyeya hêzên ewlekariyê kir

Li gundewarên Derayê piştî ku çekdarên nenas êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir, pevçûn derket.

Li Derayê çekdaran êrişî dewriyeya hêzên ewlekariyê kir
13 tîrmeh, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çekdarên nenas li bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û di navbera her du aliyan de pevçûn derket.

Çavkaniyan da zanîn ku dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema diçû navenda xwe ya nêzî nexweşxaneya bajar a li taxa Rojava hat hedefkirin û di navbera wan û çekdaran de pevçûn derket.

Hate diyarkirin ku êrişkar reviyane.

(bb)