37 sal piştî qetilkirina Dr. Qasimlo: Têkoşîn û mîrasa wî didome

Beriya 37 salan sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li paytexta Awisturyayê Viyanayê li ser maseya dan û standinan a bi şandeyeke îstîxbarata Îranê re, hat qetilkirin.

37 sal piştî qetilkirina Dr. Qasimlo: Têkoşîn û mîrasa wî didome
13 tîrmeh, 2026   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî 2 hevalên xwe dema li Viyanayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi saziya îstîxbarata rejîma Îranê re li dora maseya dan û standinan bûn, hatin qetilkirin.

HEWLDANA QASIMLO JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD

Piştî rûxandina desthilatdariya şahîtiyê ya Îranê, Qasimlo wek sekreterê Partiya Demokrat, bi nûnerên desthilata melayan a Îranê re çendîn caran bi dirûşma “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî” hevdîtin pêk anîn, lê tu encam ji van hevdîtinan derneketin.

Di nîvê sala 1980’an de bi qasidiya serokê YNK’ê û serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî bi Tehranê re têkilî danî.

Bi bihêzbûna desthilata melayan û hevkariya PDK’ê bi rejîma Îranê re di bin navê “serkirdayetiya demkî” û xiyanetên wê li dijî gel û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê, piştî demekê rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê neçar man ji Îranê derkevin û navendên xwe derbasî Başûrê Kurdistanê bikin.

Di sala 1986`an de Dr. Qasimlo bi navbeynkariya çend kesayetên siyasî yên navdar, wekî Celal Talebanî û serokê berê yê Cezayirê Ehmed Ben Bella, peyamek pêşkêşî rayedarên Îranê kir, di çarçoveya bidawîanîna aloziyan li gel Îranê de. Di sala 1988’an de muzakereyên Qasimlo û Îranê li Ewropayê ji nû ve dest pê kirin. Ji ber ku li gorî hevalên Qasimlo ew gihaştibû wê qenaetê ku “pirsgirêka Kurd li Îranê” ne çareseriyeke leşkerî ye.

Nûnerên Îranê Mihemed Cehferî Sehrarûdî û Mistefa Acûdî, her wiha ji şandeya Kurd jî Dr. Qasimlo û cîgirê wî Ebdullah Qadirî Azer, gelek hevdîtin kirin.

Beriya civîna ku Dr. Qasimlo û Qadirî Azer tê de hatibûn qetilkirin, 2 dewreyên din ên van hevdîtinan li Viyanayê hatibûn lidarxistin. Di dewreya sêyemîn de jî Qasimlo ku bêhêvî bû ku ev hevdîtinan dê encamên erênî bi xwe re bînin, biryar da ku beşdar nebe û li şûna xwe Seîd Şerefkendî şand ser maseya dan û standinan. Lê şandeya Îranê red kir û got divê sekreterê partiyê beşdarî civînê bibe.

Di gera sêyem a hevdîtinan de, şandeya Îranê 2 merc ji şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) re danîn. Mercê yekem yê Îranê ew bû ku yek ji organîzatorên hevdîtinan Celal Talabanî tev li dan û standinan nebe. Ya duyemîn jî divê ji bilî şandeya muzakereyê kesek din amade nebe, anku muzakere bê parêzvan bên kirin.

DR. QASIMLO Û HEVALÊN WÎ ÇAWA HATIN QETILKIRIN?

Di dawiyê de Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Fazil Resûl di 13’ê Tîrmeha 1989’an de bêyî parêzvan û şandeya Îranê jî ku di nava wan de Mihemed Cehferî Sehrarûdî (berpirsê Wezareta Îstixbarata Parêzgeha Kurdistanê), Mistefa Acûdî (parêzgarê Sineyê) û Mensûr Bozurgiyan (nûnerê taybet ê Artêşa Pasdaran) li cihê hevdîtinan li avahiyeke li Kolana Linke Bangasse a Viyanayê civiyan.

Li gorî agahiyan, piştî 3 saetan ji destpêkirina civînê, çend kesên çekdar avêtine ser odeya muzekereyê lê dihat kirin û dest bi gulebaranê kir. Di plana qirêj û bêbext a şandeya Îranê de li gel Dr. Ebdulkerîm Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer, Dr. Fazil Resûl û nivîskar û siyasetmedarê ji bajarê Silêmaniyê Fazil Mele Mehmûd bi awayekî hovane hatin şehîdkirin. Di êrişê de çend gule li Sehrarûdî ketin lê nemir.

Her çend piştî vê êrişê jî 2 dîplomatên Îranê li Awisturyayê hatin destgîrkirin jî, lê kujerên bûyerê ji Awisturyayê reviyan. Ji ber nebûna delîlan ew dîplomatên hatibûn destgîrkirin jî hatin berdan û hikumeta Awisturyayê jî li hember vî sûcî bê deng ma.

Polîsên Awisturyayê çekên ku di êrişê de hatine bikaranîn, peyda kirin û tekez kir ku ew çek ji Îranê hatine û di dema desthilata şahîtiyê ya Îranê de ji Spanyayê hatine kirîn.

TÊKOŞÎNA QASIMLO BI HEVPEYMANIYA ROJHILAT DIDOME

Di ser qetilkirina têkoşer û siyasetmedarê mezin Dr. Qasimlo û hevalên wî re 37 sal derbas bûn. Dr. Qasimlo, jiyana xwe da ser têkoşîn Kurdan û di her kêliya jiyana xwe de ji bo pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çareser bibe, derbas kir. Îro 37 sal di ser qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî re derbas bûn lê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hîn jî pirsgirêka Kurd çareser nebûye û hîn jî Îran bi bêbextî êrişî Kurdan dike û Kurdan qetil dike. Lê têkoşîn û keda Dr. Qasimlo û hevalên wî di rewşa heyî ya ku piştî şerê Îran-DYA’yê û Îsraîlê derket, bi 6 partî û rêxistinên Kurd li ser esasê mafê Kurdan û rêveberiyeke demokratîk li Îranê li bi navê Hevpeymana Hêzên Rojhilatê Kurdistanê ava kirin.

Hêzên Hevpeymana Rojhilatê Kurdistanê çawa ku 37 sal berê Dr. Qasimlo û hevalên wî ji bo ku pirsgirêka Kurd li ser esasê maf û demokrasiyê çareser bibe tê koşiyan, kar û xebatên xwe kirin, îro ev hêz jî li ser esasê ked û xebata wan ava bûye û hewldanên ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, dike.

DR. QASIMLO KÎ YE?

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’yê Kanûna sala 1936’an de li gundekî girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

Qasimlo têkoşîna xwe ya siyasî di sala 1945’an de bi damezirandina Yekitiya Ciwanên Demokrat li bajarê Ûrmiyeyê dest pê kir. Lê piştî salekê anku sala 1946’an Komara Kurdistan li Mehabadê rûxiya. Lewre piştî rûxîna Komara Kurdistanê ew jî ji bo xwendinê çû Tehranê.

22’yê Çileya 1946’an dema li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê xwendekar bû. Qasimlo bû şahidê hilweşandina Komara Kurdistanê, darvekirina Qazî Mihemed a li Meydana Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir.

Qasimlo sala 1948’an ji bo pileya xwendina bilindtir bike, çû Parîsê. Di sala 1952’yan de, di dema hikumeta Dr. Mihemed Musedîq de vegeriya Îranê û li Tehranê bû endamê Partiya Tudey a Îranê ku partiyeke çepgir a hemû Îranê ye. Piştî demekê Qasimlo vegeriya Mehabadê û berpirsiyariya xebata Partiya Demokrat girt ser milê xwe.

Piştî derbeya 19’ê Tebaxa 1953’yan de Qasimlo neçar ma ku xwe veşêre û bi dizî li Tehran û Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî bike. Di sala 1957’an de careke din vedigere Komara Çekoslovakyayê ta ku di sala 1962’yan de li Zanîngeha Pragê doktoraya xwe di warê aboriyê de werdigire û li wir mamostetî kir.

Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bûbû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kir.

Di sala 1970’yî de Qasimlo vedigere Rojhilatê Kurdistanê û bi çend endamên partiyê re partiyê ji nû ve bi rêxistin dike. Di Hezîrana 1971’an de dibe endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat û di sala 1973’yan de wek sekreterê giştî yê partiyê tê hilbijartin.

(ha)