Welatiyên Bexdayê dijî êrişên Tirkiyeyê bang li Hikumeta Iraqê kirin

Welatiyên Bexdayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, bang li Hikumeta Iraqê kirin da ku bi awayek lezgîn bikevin nav liv û tevgerê.

Welatiyên Bexdayê dijî êrişên Tirkiyeyê bang li Hikumeta Iraqê kirin
15 tîrmeh 2024   14:30
NAVENDA NÛÇEAYN

Welatiyên Bexdayê derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ji ajansa Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Necim Sedî diyarkir ku ew hemû êriş û dagirkeriyên li ser xaka Iraqê red dikin û got:  “Destdirêjiya dewleta Tirk ya li ser herêmê, li gorî yasaya navneteweyî û destûrê binpêkirinek eşkereye. Em hemû dagirkeriyan red dikin û hebûna Tirk ya li nav xaka Iraqê nayê qebûlkirin.”

Şêwekar Kemal Kerîm jî derbarê heman mijarê de axivî û got; “Iraq serweriya xwe di nav welatên cîran de ji dest daye, ji ber ku bêyî astengkirinê, rûbiruyî êriş û bobmebaranê tê. Pêwîste Hikumeta Iraqê serweriya xwe vegerîne û hebûna welatê xwe ya di nav welatan de bihêztir bike.”