Li 2 navendan bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê
Li Çilaxa û Tebqayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate gotin dê bi rihê berxwedana zindana Amedê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya PYD’ê ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakiyek li navenda çandê li dar xist. Çalakî bi beşdariya malbatên şehîdan, şêniyên bajar û gundên Çilaxa hat lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Çilaxa ya PYD’ê Ebduselam Ebas anî ziman ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîl dike û got: "Li ser vî esasî berxwedan berbelav bû û destkeftî hatin bidestxistin. Tevgera Rizgariya Kurdistanê li ser bingehê rakirina tola şehîdên xwe rabûye û meşa serkeftin û azadiyê didomîne."
Ebduselam Ebas anî ziman ku ew di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berxwedan û têkoşîna Rojiya Mirinê wekî mînak ji xwe re digirin û dê bi heman rihî destekftiyên şoreşê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser qonaxên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hat nîşandan.
TEBQA
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi heman armancê bîranînek li dar xist. Bîranîn li avahiya meclisê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat lidarxistin.
Di bîranînê de fîlmeke li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat nîşandan û mûm li ber wêneyên şehîdên berxwedanê hatin pêxistin.
(bb)
ANHA
Çilaxa