Bi dîmen çawa leşkerên hikumeta Şamê di berîkên şêniyên dorpêçkirî de digerin

Di çarçoveya girankirina dorpêça li ser şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, leşkerên hikumeta Şamê êdî di berîkên şêniyên taxan ên ku berê xwe didin taxên din ên Helebê de digerin.

Bi dîmen çawa leşkerên hikumeta Şamê di berîkên şêniyên dorpêçkirî de digerin
Bi dîmen çawa leşkerên hikumeta Şamê di berîkên şêniyên dorpêçkirî de digerin
13 kanûn, 2023   04:44
HELEB

Nûçegihanên ajansa me bi dîmen kiryarên leşkerên hikumeta Şamê li bendeke kontrolê ya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de kişandin.

Di dîmenê de xuya dibe çawa leşkerekî hikumeta Şamê di berîkên şêniyên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe didin taxên din ên Helebê de digerin.

Tê zanîn ku di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de xebatên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel ji ber tunebûna sotemeniyê rawestiyan.

(mh)

ANHA