Welatên Ewropayê xwest Îsraîl dorpêça li ser Xezayê rake

7 welatên Ewropayê ji Îsraîlê xwest siyaseta xwe ya niha ya li Xezayê biguherîne û qedexeya li ser derbasbûna alîkariyên mirovî rake.

Welatên Ewropayê xwest Îsraîl dorpêça li ser Xezayê rake
17 gulan, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewletên Îzlanda, Îrlanda, Luksembûrg, Malta, Slovenya, Îspanya û Norwêcê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku ew ê li hemberî kareseta mirovî ya li Xezayê diqewime bê deng nemînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hikumeta Îsraîlê operasyonên leşkerî rawestîne, dorpêçê bi temamî rake û rê bide ku bi rêya dezgehên mirovî yên navneteweyî alîkariya mirovî bi lez li seranserê Xezayê were belavkirin.

Daxuyaniyê banga piştgirîkirina rêxistinên mirovî û rêkirina wan bê astengî ji bo deverên dorpêçkirî kir, her wiha ji hemû aliyan xwest ji bo agirbestê û azadkirina girtiyan bikevin nava dan û standinê.

(k)