Wê nêzî 49 hezar kes cara yekem di hilbijartina Herêmê de dengê xwe bikarbînin
Li gorî bîlançoya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihandî, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêmê, mafê dengdanê yê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan hene ku ji vane 48 hezar û 952 kes wê yekem car dengê xwe bikarbînin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê têkildarî hejmara dengdêrên ku dikarin beşdarî hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bibin agahiyan belav kir.
Rayedarên Komîsyonê ragihandin ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, mafê dengdanê yê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesan heye. Her wiha hate diyarkirin ku ji vê hejmarê 2 milyon û 685 hezar û 466 kesan karta biyometrîk ya dengdanê wergirtine û niha wergirtina kartên dengdanê berdewame.
Li gorî heman agahiyan di vê hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, wê 48 hezar û 952 kes cara yekem dengê xwe bikarbînin ku ji vane 43 hezar û 214 dengdêr yên di sala 2006’an de jidayîkbûne û 5 hezar û 738 dengdêr jî ew kesên ku di sala 2005’an de jidayîkbûyîn û karta biyometrîk ya dengdanê nebûne.
li gorî dema Serokatiya demborî yê Herêma Kurdistanê diyarkirî, biryare di 20’ê Cotmeha îsal de hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Amadekariyên ji bo hilbijartinê dibin serpereştiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de berdewamin.