Dagirkeran 3 welatî revandin

Çete û MÎT’a dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 welatî revandin.

Dagirkeran 3 welatî revandin
8 îlon 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek xwecih diyar kir ku endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" duh (Şemiyê 7’ê Îlonê) 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ne: Selah Ehmed (50) ji gundê Sêmala Meydanekê yê bajarê Racoyê ye û Mihemed Mehmûd Osman (38) û Mehmûd Mehmûd Osman (34) bira ne ji mala xwe ya li taxa Eşrefiya ya bajarê Efrînê  hatin revandin.

(bb)