Wê li Misirê civîneke awarte der barê Filistînê de were lidarxistin

Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku dê 27’ê Sibatê civînek awarte bi mijarê pirsgirêka Filistînê were lidarxistin.

Wê li Misirê civîneke awarte der barê Filistînê de were lidarxistin
9 sibat, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku dê 27’ê Sibatê de civînek awarte der bar pirsgirêka Filistînê de were lidarxistin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku wê civîna li ser asta dewletên Ereban li Qahîre were lidarxistin û daxuyand "Der barê civînê de hemahengî ligel Qiraltiya Behrêynê ya dê civînê bi rêve bibe û Emîndariya Giştî ya Komkara Dewletên Erebî  hate kirin. Filistîn jî di nav de nîqaş û hemahengî bi dewletên Ereban re hate kirin."

Li gorî daxuyaniyê, dê civîn li ser daxwaze Filistînê were lidarxistin.

(bb)