QSD: Li Pira Qereqozaqê 5 dagirker birîndar bûn

QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de 5 leşkerên artêşa dagirker birîndar bûn.

QSD: Li Pira Qereqozaqê 5 dagirker birîndar bûn
9 sibat, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê  bîlançoya 24 saetên dawîn a şer û berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ev agahî parve kirin:

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva În/ Şemiyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di heman demê de herêm bi çekên giran hat topbarankirin.

 Dewleta Tirk a dagirker duh sibeha jî gundê Xirbe Xalid bi obîsên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de zerarên madî gihiştin milkên şêniyan.

Şervanên me li eniya Pira Qereqozaqê 3 çalakî  li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser girê Qereqozaqê, baregeha li gundê Qebir Îmo li dar xistin. Di encama çalakiyan de birîndar û kuştiyên çeteyan çêbûn. Bi qasî hat tesbîtkirin 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn û erebeyeke wan a leşkerî derb xwar.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Melhayê bombebaran kir. Di encamê de zerar li mal û milkên sivîlan bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, girên Sêvê û Qereqozqê yên li başûrê Kobanê bi obîsên giran, moşek û tankan bi awayekî dijwar û ketober topbaran kirin. Ji ber topbaranê zerar li milkên şêniyan bû.

Balafirên bê mirov ên bi çek di tevahiya rojê de li ser herêma Dêr Hafirê geriyan."

(bb)

ANHA