Di 24 saetan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 17 kes ji ber şer, tundî û teqînên mayînan jiyana xwe ji dest da.

Di 24 saetan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da
9 sibat, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 17 kes ji ber tundî, şer û teqînên bermahiyên şer mirin.

Hata zanîn ku li herêma Dêr Elî ya gundewarê Şamê kesek di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî erebeyê de jiyana xwe ji dest da. Li herêma Cirniyê yê kantona Tebqayê jî di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şêniyê bi navê Mihemed El Murd şehîd bû.

Li bejahiya Kebacim ê gundewarê başûrê rojavayê Dêrazorê jî zarokek dema kîvark kom dikir, ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Cirmaşê yê Humisê yê li ser sînorê Lubnanê di şerê li hemberî hêzên desthilata Şamê de 4 çekdar hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, li Humisê jî 4 kes di girtîgehên desthilata Şamê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Hemayê yek jê jin 3 kes ji aliyê çekdaran ve bi alavên tûj hatin serêjkirin.

Li gundê Cedîdet Ferdos ê rojhilatê Minbicê kesek dema bi çekê dilîst guleyên wê pê de teqiyan û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Rehîba ya gundewarê Şamê kesek  ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li bejahiya Aserya ya gundewarê Hemayê endamekî hêzên desthilata Şamê dema mayîn radikirin, mayîn pê de teqiya. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(bb)