Washington li benda bersiva Tehranê ya bidawîbûna şer e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir kuWashington li benda bersiva Tehranê ya bidawîbûna şer e.

Washington li benda bersiva Tehranê ya bidawîbûna şer e
8 gulan, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxuyand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li bendê ye îro bersiva Îranê li ser pêşniyara Amerîkayê ya bidawîanîna şer bistîne. 

Rubio got, "Em hêvî dikin bersiv bibe sedemek ku me bîne ber maseya danûstandineke cidî."

Îranê diyar kiribû ku ew pêşniyarên dawî yên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer dinirxîne. Ev yek di demekê de ku Donald Trump zext li Tehranê zêde kiriye ku eger lihevkirin pêk neyê ew ê pêla bombebaranê zêde bike, pêk tê.

Li gorî çavkaniyên Reuters, Amerîka û Îran nêzîkî rêkeftineke demkî û tixûbdar bûne. Ev peyman dê şer rawestîne lê pirsgirêkên herî nakokî bêçare bihêle.

Der barê êrişên Amerîkayê yên li ser Tengava Hurmuzê de Rubio got ku ew ji "Operasyona Xezeba Mezin" cuda ne. Eger muşek li dijî Amerîka hatin bikaranîn em ê bersivê bidin."

Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê (ISNA), berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî got, "bûyerên şeva borî pêk hatine binpêkirinên qanûna navneteweyî û agirbestê bûn."

Beqaî anî ziman ku "Parêzvanên welat bersivek tund da dijmin."

(fr)