Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hesekê ragihand ku îro êvarî komeke din a dîlgirtiyan tên berdan.

Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
Îro zêdetirî 230 dîlgirtî têne berdan
8 gulan, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hesekê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro komeke din a dîlgirtiyan tên berdan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koma dîlgirtiyan ên ku navên wan di lîsteyên jêr de ye îro êvarî saet di 18.00'an de dê bighêjin çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê.

Fermandariyê daxuyand ku ev kom ne ya dawî ye û hewldanên wan dê dewam bike heta ku ev dosya were girtin.

Fermandariyê destnîşan kir ku "Hêzên me wê berpirsiyara kesên bên azadkirin bigre ser milê xwe heya ku bi ewle bighêjin nav malbatên xwe."

Di lîsteyan de ku bi daxuyaniyê hatiye parvekirin nasnameyên 232 dîlgirtiyên îro têne berdan hene.

(bb)