Şêniyên Til Temirê li ser rêya M4 xwepêşandan li dar xist

Şêniyên Til Temirê li dijî bilindbûna buhayan û paşketina xizmetan xwepêşandan li dar xist.

13 tebax, 2026   20:17
HESEKÊ

Li herêma Cizîrê xwepêşandanên li dijî paşketina rewşa jiyanî û aborî û bilindbûna buhayan dewam dikin.

Şêniyên bajar û gundewarên Til Temirê îro jî li dijî bilindbûna buhayên kel û pelan û paşketina xizmetan xwepêşandanek li ser rêya M4 li dar xist.

Şêniyan pankartên bi nivîsên  "Na ji siyasetên birçîkirina gel re", "Mafê min e bi rûmet bijîm", "Daxwazên me; nan, aştî, azadî û edaleta civakî ye", "Xela ne qeder e, lê encamên talankirin û gendeliyê ye" û "Na ji xela û bilindkirina buhayan re" vekirin.

Şêniyan bi xwepêşandanê nerazîbûn nîşanî bilindbûna buhayên pêdiviyên bingehîn û sotemeniyê da û daxwaza başkirina rewşa jiyanî û aborî kirin.

Şêniyê bi navê Elî Xelef anî ziman ku xwepêşandanên wan li dijî xela û xirabbûna rewşa jiyanî ye. Her wiha got hêza kirînê ya şêniyan têk diçe û dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn bûye ji bo piraniya malbatan giran e.

Elî Xelef destnîşan kir ku xizmetên bingehîn mafên welatiyan e û ne qenciyek ji kesekî ye.

 (bb)

ANHA