Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin

Rêveberiya navenda bicihkirina koçberên Efrîn-Şebayê yên demkî li Bajarê Sporê ya Tabqayê dest bi projeyên amadekariyên ji bo demsala zivistanê dike. Dê zemîn û cihên konan bi awayekî plankirî werin çêkirin.

Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
Wargehên koçberan ên li Tebqayê tên amadekirin
16 cotmeh, 2025   15:37
TEBQA

Rêveberiya Navendê li Bajarê Sporê yê Tebqayê ku koçberên kanotna Efrîn-Şehbayê lê hatine bi cihkirin, dest bi pêkanîna plana xwe ya ji bo amadekariya demsala zivistanê kir. Di çarçoveya amadekariyan de dê zemîn were çêkirin, cihê konan bi çiminto were çêkirin. Firehiya her konekî 24 metre. Di qonaxa yekem de dê 140 kon werin amadekirin. Paşê jî dê 70 kon werin amedekirin. 

Hevserokê Navenda bicihkirina koçberan a Bajarê Sporê ya Tebqayê Mustefa Mûsa derbarê mijarê de diyar kir ku kampên wan niha xira bûne û got: “Ew konên turizê me ne, ne ji bo bikaranîna demdirêj hatine çêkirin. Em niha ber bi zivistanê ve diçin, me dest bi amadekariya konên nû kiriye. Em cihê wan bi çimento amade dikin. Her konek dê bi bilokan bi bilindbûna 90 santî metirî were lêkirin. Wiha em ê wê ji avê û bandora wê biparêzin.”

Mûsa di dawiya axaftina xwe de got ku wan mesafeyek baş di navbera konan de hiştiye û kolanên fermî û şaxî çêkirine û ev agahî dan: “Niha em 140 konan amade dikin. Piştî ev bi dawî bibin. Di beşa duyemîn a pirojeyê de wê 70 kon werin çêkirin.”

(dc)

ANHA