Li Efrînê zeytûnên welatiyan didizin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê destnîşan kir ku bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan re, wan bûyereke diziya zeytûnên efrîniyan belge kiriye. Bûyera diziyê li ser rêya bajarê Efrînê pêk hat.

Li Efrînê zeytûnên welatiyan didizin
16 cotmeh, 2025   16:02
HELEB
XEYS ŞEMSELDÎN

Gerînendeyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo der barê mijarê de ji ajansa me re got rêxistina wan bûyera li ser rêya bajarê Efrînê belge kiriye û got hejmareke bûyerên din ên wiha pêk hatine.

Ajansa me jî kopiyeke dîmenê diziya berhemên zeytûnên şêniyên Efrînê ku ji aliyê malbatên çeteyan ve tê kirin, bi dest xist. Di dîmen de xuya dibe ku malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk berhemên zeytûnan beriya dema berhevkirinê bi çend rojan, didizin.

Şêxo der barê mijarê de ev agahî dan: “Komîteyên aborî yên girêdayî “hikumeta demkî” ya girêdayî dewleta Tirk dayîna pere yan beşek ji berhema zeytûnan li welatiyan ferz dike da ku destûrê bidin wan ku zeytûnên xwe berhev bikin. Ev jî rastiya îdiayên ku milkên welatiyan li wan tên vegerandin, diyar dike.”

Şêxo da zanîn çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan kom çêkirine ku her komek ji sedan kesî pêk tê û wiha dom kir: “Ev kom bi armanca talankirinê tev digerin. Qedexe dikin hejmareke mezin a cotkarên Efrînê derbasî nava zeviyên xwe bibin. Ev di çarçoveya diziyê de tê kirin.”

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Buroya aborî ya girêdayî rêveberiya Efrînê ya girêdayî dewleta Tirk hîn jî tiştên zehmet li welatiyên vedigerin gundên xwe ferz dike. Wekî belgeyên erdan, heke xwediyên erd miribin, mîrasê dixwazin. Rê nadin welatî beriya 15’ê Cotmehê zeytûnan berhev bikin. Li aliyê din komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û malbatên wan li ber çavê dewleta Tirk zeviyên welatiyan talan dikin.”

(dc)

ANHA