Vladimîr Pûtîn sibe li Îmarat û Erebisitana Siûdî ye

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sibe serdana Îmarat û Erebistana Siûdî dike.

Vladimîr Pûtîn sibe li Îmarat û Erebisitana Siûdî ye
5 kanûn, 2023   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ji rojnamegeran re got dê serok Pûtîn sibe serdana Îmarat û Erebistana Sûidî bike.   

Peskov anî ziman ku dê Pûtîn di serdana xwe de têkiliyên dualî, şerê di navbera Hemas û Îsraîlê, siyasetên navneteweyî û kêmkirina berhemdana petrolê di çarçoveya xebata hevbendiya OPEC + de ku Rûsya jî tev lê bûye, nîqaş bike.

Ji dema dadgeha sûcê ya navneteweyî li dijî Pûtîn muzakereya girtinê ya bi sedema derxistina derqanûnî ya ji hezaran zarokên Ukraynayê re daye ve Pûtîn gerên xwe li derve kêm kirine û di 2 lûtkeyên G20 û koma BRICS de beşdar nebû.

Lê di Cotmehê de serdana hempîşeyê xwe yê Çînî Xi Jinping li Çînê kir û foruma rêya nû ya hevrişmê nîqaş kir.

Beriya wê bi çend rojan cara yekemîn piştî derketina muzakereya girtinê serdana Qirgizistanê kir.

(fr)