Li Derayê li dijî hêzên Şamê êrişeke din

Di navbera çend saetan de 2 car in hêzên hikumeta Şamê tên hedefgirtin. Çekdarên nenas mayînek li gundewarên Derayê çand û bi leşkerên hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Derayê li dijî hêzên Şamê êrişeke din
5 kanûn, 2023   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser sînroê di navbera Dera û Quneyterayê de çekdarên nenas mayînek çandibû û bi erebeya lojistîkê ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di encamê de leşkerek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di navbera çenda saetan de cara duyemîn hêzên hikumeta Şamê tên hedefgirtin. Vê sibehê çekdarên nenas li ser rêya navbera bajarê Casim û Inxil li bakurê Derayê de êrişî erebeya leşkerî ya hêzên hikuemta Şamê kiribû, di encamê de 4 leşkerên ewlehiya dewletê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.